PeyamaKurd – Piştî rêkeftina îro 13ê Cotmehê berêvarê ku ji ber êrîşên berdewam ên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (SDF-HSD) û hêzên rejîma Sûriyê de pêk hatiye hat ragihandin, hurgiliyên wê rêkeftinê jî eşkere dibin. Hat zanîn ku rêkeftin bi çavderiya Rûsyayê çêbûye û piştgiriyê dide lihevkirina HSD û hêzên rejîma Sûriyê.
Li gorî çavkaniyên herêmê (Documentation Violations Center in Northern Syria - VdC-NsY) ku hinek hurgiliyên rêkeftina HSD û hêzên artêşa Sûriyê belav kiriye, dê hêzên Sûriyê li wan herêmên nêzî komên çekdarên opozisyonê yên girêdayî Tirkiyê ne, werin bicihkirin.
Ji ber ku piştî eşkerebûna rêkeftinê komên çekdar hewil didin ber bi xalên HSDê ve bipêş biçin, hêzên artêşa Sûriyê pêşî li wan herêman dest bi bicihkirina hêzan kiriye ku ji gundên Jamous û Rîda yên derdora Minbicê dest pê kiriye.
Herwiha li gorî rêkeftinê, dê hêzên hikûmeta Sûriyê deriyê sînorê Tirkiye yê Kobaniyê kontrol bikin û li deverên rojhilat û rojava hêzên xwe bicih bikin.
Dîsa li gorî heman çavkaniyan, di çarçoveya rêkeftina hatiye kirin de dê Hêzên Sûriya Demokratîk (SDF - HSD) navê xwe biguherîne û bi navê Hêza Suriyê (SF) ya Lîwaya 5emîn were binavkirin.
Herwiha li gorî wê rêkeftinê artêşa Sûriyê li seranserê sînorê Tirkiyê were bicihkirin û Efrîn jî di nav de, dê hêzên Kurd ji bo rizgarkirina hemû herêman alîkariyê bidin artêşa Sûriyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin