Hêzên ewlekariya Tirkiyê 3 kes girtin

Hêzên ewlekariya Tirkiyê 3 kes girtin

PeyamaKurd Hêzên ewlekariya Tirkiyê, li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê bi hinceta ku li ser torên civakî “propagandeya rêxistinê” kirine, 3 kes girtin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê do 18ê Adara 2022ê, di encama operasyoneke li bajarê Îzîmîrê, 14 kes bi hinceta ku li ser torên civakî “propgandeya rêxistinê” kirine, desteser kirin.

Li gor zanyariyan, îro 19ê Adara 2022ê de kesên destserkirî piştî karûbarên îfadeyê ji bo dadgehê hatin şandin û li wir 3 kes ji wan bi hinceta ku li ser torên civakî “propagandeya rêxistina PKKê” kirine, hatin girtin.

Herwiha hat eşkerekirin, 11 kesên din bi merca kontrola dadî hatin berdan.

Li Îzmîrê, 14 kes do li navçeyên Buca, Konak, Bornova, Karşıyaka û Menemen, bi operasyoneke hevdem hatibûn desteserkirin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin