Ji Tirkiyê gaveke din ji bo hevdîtina bi Esed re

Ji Tirkiyê gaveke din ji bo hevdîtina bi Esed re

PeyamaKurd Yekemîn "Konferansa Têkoşîna Dijî Terorê û Hevkariya Hevpar a Herêmî" ku wê nûnerên Şamê jî beşdar bibin, wê li Tirkiyeyê bê lidarxistin.

Di dema dawî de peyamên hevdîtina bi Serokê Sûriyê Beşar Esad re ji aliyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ve tên.

Serokên meclisên Tirkiye û Rûsyayê ji bo "Konferansa Têkoşîna Dijî Terorê û Hevkariya Hevbeş a Herêmî" bi beşdariya nûnerên Şamê li hev kirin.

Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Mustafa Şentop û Serokê Dûmaya Dewletê ya Meclisa Federal a Federasyona Rûsyayê Vyacheslav Volodin do li Meclisê hevdîtinên nav heyetan pêk anîn. Di hevdîtinê de Volodin tekez kir, konferansa duyemîn ku yekemîn konferansa wê li Tirkiyê hatiye lidarxistin, wê di destpêka sala 2023an de li Moskowê were lidarxistin. Volodin diyar kir, ji bilî her du welatan ji Sûriye, Pakistan, Çîn û Îranê jî tê payîn ku beşdar bibin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu jî rojên borî di Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyê de gotibû bi Sûriyê re di asta îstîxbaratê de hevdîtin tên kirin. Volodin piştî Şentop bi Erdogan re jî hevdîtin kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin