Zelenskiy: Divê cîhan bertekên xwe tundtir bike!

Zelenskiy: Divê cîhan bertekên xwe tundtir bike!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi reya hesabê xwe yê yê Telegramê, peyameke bi vîdeo belav kir û bi rêya peyamê bang li raya giştî ya cîhanê kir ku divê cîhan li hember gef û îdiayên Rusyayê, bertên tundtir nîşan bide.

Zelenskiy, di roja 242yan a şerê navbera Rusya û Ukraynayê de peyamek belav kir û rewşa dawî ya şer ragihand. Zelenskiy amaje kir ku Rusya dixwaze mirovên li Ukraynayê tune bike û wiha dewam kir:

“Hemû deverên ku Rusyayê mirin û talanê hanîbûn, niha ber bi jiyana asayî ve diçin. Ev, bi temamî Ukraynayiyan eleqedar dike. Li cihê ku Ukrayna hebe, jiyan bi tu awayî ranaweste.

Lê belê Rusya biçe ku derê, li peyî xwe gorên komî, kampên êşkenceyan, gund û bajarên talankirî, zeviyên mînkirî, binesaziyên rûxandî û karesatên xwezayî dihêle.”

Volodimir Zelenskiy bal kişand ser îdiayên Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu yên li ser bikaranîna bombeya qirêj û got,

“Êdî divê cîhan bertekên tundtir nîşan bide. Yê ku di derbarê karesata radyasyona Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê de şantaj dikirin, Rusya bû. Ev yek bi taybetî navnîşana berê moşekên Rus a li ser tesîsên nukleerî ye.

Rusya îro ne tenê li dijî Ukraynayê, li dijî hemû cîhanê gefên nukleerê dixwe û divê cîhan bi rêyên cuda berteka xwe nîşanî vê helwestê bide. Lewra piştgiriya ji bo me çiqas bi hêz be, ew ê gefên Rusan ewqas zû bi dawî bibin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin