Ji Hazim Mîr Tehsîn Beg bo Firset Sofî peyama sersaxiyê

Ji Hazim Mîr Tehsîn Beg bo Firset Sofî peyama sersaxiyê

PeyamaKurd – Mîrê Êzîdiyan û hem serokê Dîwana Bilind ya Rûhanî Hazim Tehsîn Beg bi sedema wefata parêzgerê Hewlêrê Dr. Firset Sofî peyamekî sersaxiyê belav kir. Hazim Mîr Tehsîn di peyama xwe de bo serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bo malbata Firset Sofî sersaxiyê xwest. Bo malbata Sofî ji Xwedê rehmetê xwest û bo malbatê sebr û aramiyê xwest.

Cenazê parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî îro ji payîtexta Tirkiyê Ankarayê bi balafirê biribûn Hewlêrê û li goristana Şêx Ahmed hatibû defin kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin