Daxuyaniya Kubad Talebanî ya li ser hevdîtina bi Serokwezîr re

Daxuyaniya Kubad Talebanî ya li ser hevdîtina bi Serokwezîr re

PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîr Kubad Talebanî derbarê hevdîtina ku îro bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re pêk anî de daxuyaniyek da.

Alîkarê Serokwezîr Kubad Talebanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got, "Îro min li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî xwarineke xweş û berhemdar xwar" û wiha dewam kir:

“Em di wê baweriyê de ne ku em bi hev re dikarin li ser zehmetiyên xwe derbas bibin, ji bo xizmetkirina baştir ji welatiyên xwe re kar bikin û li hember gelek metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê de bihêz bimînin.”

Ji aliyê din ve di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya piştî civînê de, hat gotin ku di civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Kubad Talebanî de atmosfereke erênî derbas bûye.

Hat zanîn ku di hevdîtinê de pirsgirêkên darayî û îdarî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku hemû pirsgirêk bi diyalog û hevkariya navbera wezaretan bên çareserkirin.

Hat diyarkirin ku Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr amaje bi rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û navçeyê kirin û tekezî li ser giringiya yekrêzî û pêkvejiyanê ji bo parastina mafên destûrî û mafên netewî yên welatiyên Herêma Kurdistanê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin