Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Erdogan 'bi Kurdî' hat vexwendin

Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Erdogan 'bi Kurdî' hat vexwendin

PeyamaKurd – Derkete holê ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo beşdarbûna şeşemîn kongreya AKPê, bo Tirkiyê hatiye vexwendin.

Biryar e şeşemîn kongreya asayî ya AKPê di 18ê Tebaxê de were lidarxistin. Hat ragihandin, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi awayekî fermî bo beşdarbûna wê kongreya AKPê weke mêvan hatiye vexwendin.

Li gor agahiyên di dest de, vexwendina ku ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re hatiye rêkirin, bi zimanê Kurdî bûye, ev vexwendin ji aliyê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya AKPê ve hatiye amadekirin.

Herwiha vexwandina ku hatiye şandin, bi îmzaya Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin