PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan - Human Rights Watch (HRW) radigihand, hewldana Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ya avakirina komîteyeke lêkolînê ji bo diyarkirina çarenivîsa bi hezaran kesên windayî karekî erênî ye û ji Rêveberiya Xweser jî xwest, rê bide tîma lêkolînê derbasî zîndanên wê bibe.
Roja 5ê Nîsanê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) avakirina komîteyeke ji parêzer, çalakvan û malbatên kesên windayî ragihandibû ku HRWê jî ev gav bi erênî pêşwazî kir.
Cîgirê Seroka Beşa Rojhilata Navîn di Rêxistina HRW de Michael Page ragihand, destpêşxeriya MSDê ya pêkanîna vê komîtê dê hevkariyê bi malbatan re bike, ta çarenivîsa kurên xwe bizanin, lê divê Rêveberiya Xweser û Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniya temam bidin wê komîtê û zanyariyên pêwîst derbarê naskirina çarenivîsa girtiyên di destê DAIŞê de jî pêşkêş bikin.
Page daxwaz ji Rêveberiya Xweser kir, rê bide tîma kar û rêxistinên navdewletî ta derbasî zîndanên fermî û yên ne fermî bibin û got: “Divê Rêveberiya Xweser bi belge tekez bike ku kesên di zîndanan de girtî ne bi awayekî rewa û li gor yasayan hatine girtin.”
Li gor dawî amarên Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzdî, ji destpêka dagîrkirina Şingalê di 3ê Tebaxa sala 2014an 6417 kes hatibûn revandin û heta niha çarenivîsa 2887 kesan nediyar e.
Li gor amarên Tora Sûrî ya Mafên Mirovan jî zêdetirî 8143 kesan ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin