44 girtiyên rêxistinê di girtîgehê de mirî hatin dîtin

44 girtiyên rêxistinê di girtîgehê de mirî hatin dîtin

PeyamaKurd – Li welatê Çadê 44 girtiyên rêxistina terorîst Boko Haramê li girtîgehê mirî hatin dîtin.

Serdozgerê paytexta Çadê Encemineyê Yusuf Tom ragihandiye ku ji 58 girtiyên Boko haramê yên di operasyonekê de hatibûn girtin, 44 ji wan li girtîgehê mirî hatine dîtin.

Yusuf Tom daye zanîn ku cenazeyên 40 kesan hatine definkirin û 4 ji wan jî şandine otopsiyê ku wekî sedema mirina wan di hinekan de sekta dil di hinekan de jî cureyeke fetisandinê xuya bûye ku ew texmîn dikin madeyek bikar anîne.

Rêxistina Boko Haram ku girêdana wê bi El Qaydê re heye, li gelek welatên Afrîkayê şerê çekdarî dike û heta niha bûye sedema mirina bi sed hezaran kesan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin