Li Herêma Kurdistanê ji bo girtiyên nexwes efû tê derxistin

Li Herêma Kurdistanê ji bo girtiyên nexwes efû tê derxistin

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Çaksaziyan ê Herêma Kurdistanê Îhsan Ebdulrehman ragihand, wê ji bo girtiyên nexweşên giran ên wekî penceşêr, krîz an jî yên temenê wan mezin efûya giştî bê derxistin.

Ebdulrehman daye xuyakirin, ji bo efûyê komîteyek bi beşdarîya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Civata Wezîran, Konseya Ewlehiyê, Wezareta Dadê, Wezareta Tendirustiyê û Wezareta Kar û Karûbarên Civakî hatiye damezrandin.

Piştî pişkinînan dê biryara dawî li ser berdana wan girtiyan were dayin.

Li Herêma Kurdistanê 6 girtîgeh hene ku 5 hezar û 545 girtî di wan de dimînin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Îhsan Ebdulrehman da zanîn ku 10 roj in lîsteyeke girtiyan ji bo efûyê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re hatiye şandin, lê hejmara wan girtiyên dikevin ber efûyê nehat eşkere kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin