PeyamaKurd – Li Tirkiyê di ‘Buhira Îstenbol’ê de du keştiyên barhilgir yên bi navên 'AYED 1' û 'BUNUN ACE' li navça Uskudarê li hev ketin. Wezareta Gihandin û Avahiyên Bingehîn ya Tirkiyê ragihand ku di keştiyan de zerara maddî çêbûye û dikarin keştiyan bibin devera Ahırkapıyê ya hesin.
Keştiya bi navê AYED 1 ji Batûmê diçû Erebistana Saûdiyê, dirêjahiya wê 80 metre û tê de barê ziwa hebû. Keştiya dinê ya bi navê BUNUN ACE ya barê rijandî hildigirt û dirêjahiya wê 180 metreye ji Îspanyayê diçû Batûmê, Gurcistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin