Li bilindahiya bajarê Ardaxanê jî berf bariya

Li bilindahiya bajarê Ardaxanê jî berf bariya

PeyamaKurd – Li bajarê Serhedê li Ardaxanê li bilindahiya 2.581 metreyan li zozanê Bulbulanê berf bariya. Piştî Çiyayê Simbil yê Colemêrgê ev bajarê duyeme ku berf lê dibare.

Ne tenha li Zozanê Bulbulanê lê li ser rêya guzergâha Ardaxan-Posof-Türkgözüyê li Buhira Ilgarê ku ji behrê 2.540 metre bilinde û li Buhira Saharayê ya li ser rêya Ardaxan-Şawşat-Artvinê ku ji behrê 2.640 metre bilinde bi temamî bi berfê hat xemilandin. Bi berfê re hewa bû mij û dûman û çûn û hatina erebeyan bi zahmetî ket.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin