PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin parvekirin, hat tekezkirin ku li Baregeha Asîmanî ya Leşkerî ya Eyn el-Esedê ku hêzên Amerîkayê li Enbara Iraqê lê bi cih bûne, balafireke bêmirov a ku difiriya hatiye xistin.
Li gorî agahiyên ji aliyê çavkaniyên leşkerî yên Iraqê ku di derbarê balafira bêmirov de daxuyaniyek hat dayîn, hat diyarkirin ku pergala parastinê ya li Baregeha Asîmanî ya Leşkerî ya Eyn El-Esed a ku hêzên Amerîkayê lê ne, balafireke bêmirov a ku li ser baregehê difiriya, hatiye xistin.
Çavkaniyên leşkerî, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev balafira kifşê bûye yan a teqemeniyê bûye, agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Her wiha di derbarê bûyerê de li ser kuştî yan jî birîndariyê, tu agahî nehatin parvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin