PeyamaKurd – Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ji 18 milyar Euroyên ku di nava 2023yan de ji Ukraynayê re bê şandin, 3 milyar Euroyê wê hatiye şandin.
Komîsyona YEyê di çarçoveya piştgiriya aborî bo Ukraynayê de, paketeke alîkariya 18 milyar Euroyan eşkere kiribû ku hatiye ragihandin ku 3 milyar Euro heta niha bo Ukraynayê hatiye şandin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wê ew alîkarî ji bo dayîna muçeyên karmend û xanenişînan, xizmetên dibistan, nexweşxane û bicihkirina kesên koçber bûne were bikaranîn.
Hat diyarkirin ku wê ev alîkarî ji bo pêkhatina îstiqrara li Ukraynayê bibe alîkar û herwiha ji bo ji nû ve avakirina binesaziya Ukraynayê jî piştgir be ku di êrîşên Rûsî de hatiye ruxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin