Balyozê Çînê yê Îsralê li mala xwe mirî hat dîtin

Balyozê Çînê yê Îsralê li mala xwe mirî hat dîtin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Balyozê Çînê yê Îsraîlê Du wei îro 17ê Gulanê li mala xwe ya Tel Avîvê mirî hatiye dîtin.

Li gorî zanyariyan, Balyozê Çînê Du Wei berî niha jî balyozê Çînê yê Ukraynayê bûye û di meha Sibata 2020an de li Îsraîlê wekî balyozê Çînê dest bi kar kiribû.

Balyozê Çînê Du Wei  yê 57 salî mala wî li Herzlya bû ku li mala xwe ji aliyê polîsên îsraîlî ve bi mirîtî hatiye dîtin.

Derbarê sedema mirina balyozê Çînê de, lêkolîn berdewam dikin û hîn ti agahî nehatiye belavkirin.

Hat diyarkirin ku li ser bûyerê ji aliyê polîsê Îsraîlê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin