PeyamaKurd – Pasdarênç Îranê li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê êrîşî komek kolber kir û di encamê de kolberek hate kuştin.
Li gorî ragihandina malpera Kolbernewsê, îro 3yê Hezîranê li herêmên sînorê bajarê Şino ya parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê êrîşî kolberan kir.
Di encama wê êrîşê de kolberê bi navê Secad Dalayî Mîlan ku ji gundê Mescid Luî ye hate kuştin.
Tenê di nav meha Gulanê de 5 kolberên Kurd ji aliyê hêzên îranê ve hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin