Ahlam Elbesîr bi Kurdî û Tirkî nizane, îfada xwe bi Erebî daye

Ahlam Elbesîr bi Kurdî û Tirkî nizane, îfada xwe bi Erebî daye

PeyamaKurd – Li Îstenbolê li Taksimê jina bi navê Ahlam Elbeşîr ku dibêjin bombe teqandiye û bûye sedema kuştina 6 kesan û 81 birîndaran, di dema îfadê xwe daye, bi Erebî daye. Bi zimanê Kurdî an Tirkî nizane. Li gor ragihandina Oda Tv; dema polîs îfadê wê sitendiye bi Erebî sitendiye.

Hem di dema sitendina îfadê wê de ji ber pêdiviya qanûnên Tirkiyê ya hûqûqê ye, baroya Îstenbolê jê re werger şandiye û bi Erebî îfadê xwe daye.

Ji ber êrîşa Taksîmê êrîşeka teroriye li seranserê welat û dinyayê herkes li dij radiweste û bûyerê şermezar dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin