PeyamaKurd- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, tevî alavên alîkariyê çû kampa penaberên Kurdên rojava ya bi navê Kewirgoskê. Dezge ya Xêrxwaza Barzanî alîkariyê da 1.716 malbatan. Rêvebirên kampê bo Kurdistan 24 ê ragihandine ku Dezge ya Xêrxwaza Barzanî bi hemahengiya Neteweyên Yekgirtî bo her malbatekî penaber yên ku li kampên bajarê Hewlêrê ne,200 dolar belav bike ku li bajarê Hewlêrê 4 kampên penaberan hene.
Berê xebatkarên Kurd yên rojavayî dikaribûn bixebitin û zêde pêdiviya wan bi alîkariya pere nebû lê div an rojên ku Kurdistan b koronavîrusê re şer dike de,ew jî nikarin ji malen xwe deren û bo wan zahmete.
Dezge biryarê daye ku li temamê kampên li bajarê Hewlêrê heman alîkariyan belav bikin ku çawa li kampa Kewirgoskê belav kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin