PeyamaKurd - Parlementerê Kurdistanê û endamê firaksyona Yekgirtû Şêrko Cewdet, eşkere kir ku kujmek mezin dirav di banka Silêmaniyê de heye û heger vegere xezîneya hikûmetê krîza mûçe namîne.
Parlementerê Yekgirtû Şêrko Cewdet di civîneke rojnamevanî de ragihand, biryar bû îro ew bi wezîrên darayî û samanên sirûştî re li ser mûçeyê bicivin, lê ji ber ku wezîrê samanên sirûştî ji bo çareseriya bijîşkî çûye derveyî Kurdistanê û wezîrê darayî jî nehatiye, ew bi berpirsên giştî yên her du wezaretan re civiyane.
Şêrko Cewdet got, me zanî ku kujmek mezin dirav di banka Silêmaniyê de heye ku eger ew dirav vegere xezîneya giştî, krîza mûçe namîne û daxwaz kir ew kujma dirav were kifşkirin bê çiqas e.
Şêrko Cewdet diyar kir, li Silêmaniyê gelek kompanî hene ku ti bacekê nadin hikûmetê û herwiha gelek kompaniyên neftê jî hene ku ti carî bacê nadin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin