PeyamaKurd- Polîsekî payebilind ê ji qada emnî ya Îsraîlê ragihand ku piştî Serokwezîr Benjamin Netanyahu Wezîrê Berevaniyê ji kar dûrxist, polîsan kontrola xwe ya li ser xwepêşandanên li deverên cuda yên Îsraîlê, ji dest da.
Li gorî agahiyên di çapemeniya Îsraîlê de hatibûn weşandin, duh bi sed hezaran Îsraîlî daketibûn kolanan û Netanyahu Wezîrê Berevaniyê Gallant ji kar dûr xist ku wî banga bidawîkirina rêziknameya dadwerî ya nakokî kiribû ku li welêt bûbû sedema qeyrana siyasî û xwepêşandanên girseyî.
Li gorî rojnameya Haaretz, rayedarekî payebilind ê polîsê Îsraîlê ku navê wî nehate zanîn, got: "Me kontrola xwepêşandêran, ji dest da.”
Hat diyarkirin ku rayedarekî din ê ewlehiyê jî got, "Yên ku difikirin ku bi havêtina ava bermayiyan careke din bi ser xwepêşanderan de wê tiştan aram bikin, xelet in. Em ê nikaribin vê rewşê kontrol bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin