PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 6ê Çile li taxa Zeredeşt a bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku niha di destê komên çekdar û artêşa Tirkiyê de ye, otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.
Li gorî zanyariyên destpêkê otomobîla bombebarkirî li nêzîkî avahiya nifûsê ya li taxa Zeredeşt a Serê Kaniyê teqiya ye.
Tê ragihandin ku di encama teqînê de hejmarek kes hatine kuştin û birîndar kirin.
Derbarê hejmara kuştî birîndarên teqînê de hîn agahiyên piştrastkirî nehatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin