Macron û Scholz banga agirbestê li Pûtîn kirin

Macron û Scholz banga agirbestê li Pûtîn kirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî li ser şerê Ûkraynayê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn re pêk anîn û xwestin agirbestê ragihîne.

Li gorî çavkaniyên hikûmeta Almanyayê di pêwendiyê de, Almanya û Fransayê ji Rûsyayê daxwaz kirine demildest agirbestê li Ûkraynayê ragihîne.

Herwiha Scholz ji Pûtîn re gotiye ku ji bo çareseriya pirsgirêkên Ûkrayna û Rûsyayê pêwîste di muzakereyan de israr bikin.

Hatiye diyarkirin ku her sê lîderan li ser li hev kiriye ku di nav dîyalogê bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin