PeyamaKurd – Civîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê tekoşîna li hember Covid-19ê û rewşa aborî de dest pê kir.
Li gor zanyariyên berdest, civîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dest pê kir. Tê çaverêkirin ku li ser rewşa Covid-19ê û pêşhatên dawî yên aborî guftûgo bêne kirin.
Civîn li ser Covid-19ê û rewşa aborî ye
Civîn bi taybetî li ser tekoşîna li hember vîrusa korona (Covid-19), rewşa aborî û bandorên wê ye.
Ev yek di demekê de ye ku hikûmeta herêma Kurdistanê heta niha gelek tevdîr li hember Covid-10ê wergirtine, ku herî dawiyê jî ji bilî saziyên ewlehî û tendirûstiyê li hemû saziyên hikûmetê betlane hatiye ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin