PeyamaKurd – Di navbera şaredariya mezin ya Diyarbekirê û sendika karkeran DİSK-Genel İş ê de peyman hat îmzekirin. Li gor ragihandinê bo mafên komelayetiyê %200 û bo mehaneyan % 47 zêdekirin hat kirin. Parêzger û hem wekîlê şaredarê şaredariya mezin Münir Karaloğlu weha got:
“Me bo yewmiyeyan enflasyon+1 puan da û %15.60 zam da wan. Mehaneyên herî kêm me %47 lê zêde kir. Li wan xweş helal be û bi xêr be.”
Di şaredariya mezin de 3 hezar û 272 karke dixebitin. Serokê sendika DİSK Genel İş ê Remzi Çalışkan peymana nû li karkeran pîroz kir û sipasiya xwe bo parêzger û hem wekîlê şaredar Münir Karaloğlu ragihand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin