Parêzgarê Hewlêrê, ji bo protokolê çû Amerîkayê

Parêzgarê Hewlêrê, ji bo protokolê çû Amerîkayê

PeyamaKurd- Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, ligel şandekê ji bo destnîşankirina protokola “Bajarê Bira” çû bajarê Nashvilleyê yê Amerîkayê.

Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Omêd Xoşnaw ku ji bo destnîşankirina protokola ‘Bajarê Bira’ di navbera Nashville û Hewlêrê de bipêşxistina pêwendiyan û lidarxistina rêze hevdîtinan çûbû Nashville ya eyaleta Tennessee ya Amerîkayê, ji aliyê Şaredarê Nashvilleyê John Cooper û rayedarên bajêr ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, Parêzgar Xoşnaw spasiya pêşwaziya mazûvanan kir.

Piştî ku şanda ku çend hevdîtin pêk hanî, vegeriyan Amerîkayê, di dengdana li Meclîsa Şaredariyê de pêşniyaza ku bi Hewlêrê re bibe ‘Bajarê Bira’ hat qebûlkirin.

Bi destnîşankirina protokola bajarên bira di navbera Hewlêr û Nashville de Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dê bibe 10emîn bajarê bira yê Nashville li cîhanê û yekem li Rojhilata Navîn.

Xoşnaw tekez kir ku bi destnîşankirina protokolê dê pêwendiyên herdu bajaran di warên çand, şaredarî, perwerde, tenduristî, huner û werzîşê de bi pêş bikevin.

Nashville ku ji 25 hezarî zêdetir Kurd lê dijîn, wekî “Kurdistana Biçûk” tê pênasekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin