Nediyariya eqûbeta Minbicê

Nediyariya eqûbeta Minbicê

PeyamaKurd - Rewşa bajarê Minbic û derdorê, hêj di çarçoveya danûstandin û texmînan de ye û rewşa wê ne zelal e, bi taybetî piştî rêkeftina Washington û Enqerê ku li gorî wê Tirkiyê hêzên xwe li raserî Minbicê xistine tevgerê.
 
Serokerkaniya artêşa Tirkiyê, ji bo dewriyeya 18em hêzên xwe li raserî Minbicê xistin tevgerê. Ew jî, li gorî rêkeftina navbera wê û Amerîkayê ye. 

Heta 15 rojan jî, hêla sînorî weke navçeyeke aram ragihandiye ku bi mebesta bihêzkirina hebûna xwe li wê derê ji roja şemiyê ve destpê kiriye.
 
Li beramber vê tevgera Tirkiyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê, deriyê gundê On Dadat, li bakurê vî bajarî, girtiye. Ev derî jî dikeve navbera herdu navçeyên li jêr konrtola HSDê û hêzên Mertala Ferat.
 
Rojnameya El-Weten a nêzîkî hikûmeta Sûrî ragihandiye ku endamekî Encûmena Leşkerî ya Minbic gotibû, ku piştî derketina şêwirmendên YPGê ji vî bajarî, Minbic wê têkeve destê hikumeta Sûrî. Lê, heta niha, ti daxuyaniya fermî, ji HSDê û Encûmena Leşkerî ya Minbic, li ser vê gotinê nehatiye ragihandin.
 
Heman rojnamê, nîşan bi wê yekê jî daye ku xelkê Minbic û Encûmena Leşkerî ya vî bajarî, dixwazin ev bajar têkeve destê hikûmeta Sûrî. Herwiha gotiye ku Rûsya ligel Tirkiyê di danûstandinan de ye. Armanc ji van danstandinan jî, pêkanîna xwestek û daxwazên niştecihên Minbic e, ku hebûna hêzên Tirkî li nav bajarê xwe red dikin.
  
Zanyariyên xwecihî ji Minbic, tekez dikin ku ev bajar neketiye destê hikûmeta Sûrî, ne jî ketiye destê hikûmeta Tirkiyê û hêzên ser bi wê. Lê Rêveberiya Minbic hêj di destê xelkên wê de ye û ewlehiya wê jî di destê Encûmena Leşkerî ya Minbic de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin