Serokwezîr bi sandeyek Hikûmetê re dest bi serdaneke fermî bo Ewropayê kir

Serokwezîr bi sandeyek Hikûmetê re dest bi serdaneke fermî bo Ewropayê kir

PeyamaKurd -  Bi serokatiya şandeke Hikûmetê re, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, dest bi serdaneke fermî bo Ewropayê kir.

Li gor zanyariyan, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê geşta xwe ya Ewropayê de serdana çend welatên Ewropayî dike û dê bi berpirsên bilind ên wan welatan re bicive û guftûgoyan derbarê pêşxistina pêwendiyên diplomatîk ên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên Ewropa de û bi taybetî jî di warê aboriyê de bike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide sûdê ji şarezayî û karînên welatên Ewropayê werbigre, ji bo pêşxistina aborî, geşkirina weberhênanê û bihêzkirina jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin