PeyamaKurd- Di hilbijartinên giştî yên ku duh li Îtalyayê hatin kirin de Giorgia Meloni ya rastgir bi ser ket û piştî serkeftina xwe ragihand ku ew ê hikûmeta bê ya Îtalyayê damezirîne. Hat zanîn ku bi vî awayî dê Meloni li Îtalyayê bibe serokwezîra yekemîn a jin.
Di hilbijartinên giştî yên hatin kirin de piştî ku Partiya Fratelli d'Italia ango Birayên Îtalya di hilbijartinên Parlementoya Îtalyayê de pileya yekem bi dest xist, seroka partiyê Giorgia Meloni ragihand ku ew ê serkirdayetiya hikûmeta nû ya Îtalyayê bike.
Meloni di gotara ku wekî agahî parve kir de eşkere kir ku xelkê Îtalyayê, ji bo piştevaniya hikûmeteke rastgir nameyeke zelal şandine û wê jî bi serokatiya Partiya Birayên Îtalya soz daye ku ew ê ji bo hemû xelkê Îtalyayê bi dad be.
Di dewama gotarê de ji aliyê Giorgia Meloni ve hat destnîşankirin ku ew ê yekgirtîbûn û yekrêziyê biparêze û ew xiyanetê li baweriya ku xelkê pê haniye, neke.
Piştî eşkerebûna encamên hilbijartinan, Partiya Fratelli d'Italia di hilbijartinan de bi ser ket û Partiya Demokrat jî vê sibehê ragihand ku ew ê bibin hêza herî mezin a opozisyonê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin