PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya peyameke vîdeoyî, rewşa şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand. Zelenskiy ragihand ku di eniyên şer de rewşa artêşa Rusyayê giran bûye.
Volodimir Zelenskiy, di peyama xwe de rewşa dawî ya li eniyên şer nirxand û amaje kir ku şer bi hemû hêza xwe dewam dike û artêşa Rusyayê ji aliyê hêzê ve kêm ketiye.
Zelenskiy îdia kir ku artêşa Rusyayê ji ber pêşveçûna li eniya Donetskê derbeyên mezin xwariye û hêzên Ukraynayê nehiştine ku leşkerên Rusyayê li wê derê bi pêş ve biçin.
Zelenskiy diyar kir ku hêzên Rusyayê hewil didin ku herêma Luhanskê ku bikin bin kontrola xwe û li herêma Xarkiv û li başûrê Ukraynayê bi pêş ve biçin.
Zelenskiy got, "Me jixwe bi Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) re hevkarî ava kiriye û em ê vê hevkariyê zêdetir bikin. Mixabin amûrên hiqûqî yên navneteweyî yên heyî ji bo edaletê têr nakin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin