PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg got ku hevdîtina Biden û Putin bo berjewendiya NATO yê ye. Stolteberg ragihand ku pêdivî bi diyalogê heye.
Stoltenberg piştî hevdîtina li Brukselê ya bi serokwezîrê Lîtwanyayê Ingrida Šimonyte re got ku ew bende ne da Biden tevlî zîrwe ya NATO yê bibe û weha got:
“Digel mijarên dinan ez bawerim em ê li ser têkiliyên me yên bi Rûsyayê re biaxifin. Ez hevdîtina Biden ya bi Putin re bi bextewerî pêşwazî dikin. Hevdîtina her du serokan bo xwenêzkirina NATO yê liheve. Pêdiviya me bi dorpêçkirinê û bergiriyê heye lê di heman wextê de pêdiviya me bi diyalogê heye.
Divê endamên NATO yê bo pêwendiyên baştir bi Rûsyayê re bixebitin. Rûsya cîranê me ye û divê em arîşeyan kêm bikin. Nabe ku di wexteka kurt de ew têkilî çêbibin lê divê em bi Rûsya re biaxifin, li ser mijara zelalbûnê û kêmkirina rîskan biaxifin.
Niha têkiliyên me di pêvajoyeka zahmet de ne. Divê em ber li bûyeran bigrin. Pêdiviya me bi têkiliyan û pêşbîniyan heye. Di vê wateyê de hevdîtina Biden û Putin perçeyekî ji diyaloga me û Rûsyayê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin