Tîma muzîkê ya Êzîdiyan bo “Kamara Lordan” kilaman got

Tîma muzîkê ya Êzîdiyan bo “Kamara Lordan” kilaman got

PeyamaKurd- Tîma muzîkê ya bi temamî ji jin û keçên Kurdên Êzîdî ku ji İŞİD ê hatine rizgarkirin, li “Kamara Lordan” bo perlemeneterên Brîtanyayê bi Kurmancî kilaman gotin. Koro her weha ew tiştên nexweş yên ku berê jiyabûn, di kilamên xwe de behsa wê zilm û komkujiya êzîdiyan kirin. Tîma muzîkê her weha govendê girtin.

Tîma Kurdên Êzîdî li başûrê Kurdistanê li Duhokê li kampa penaberan ya bi navê Xanke dimînin.

Hukumeta Brîtanî mijara Kurdên êzîdî ku ji aliyê İŞİDê de çawa hatine revandin, tiştên nexweş yên ku hatine serê wan, fidye ya bo berdana xwe ku çawa dane, heya destdirêjiyên İŞİDê bo ser wan hemû dizanin. Proja navborî ji aliyê AMAR ê de hatiye organîzekirin ku serpereştiya wê Barones Nelson dike. Armanc ji vê projeyê danasîn û parastina çanda xelkê Êzîdiye ku ji aliyê gelek rêxistinên Brîtanî ve tên naskirin û zanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin