Erdogan bi dîroka CHP ê, da ser pista CHP ê

Erdogan bi dîroka CHP ê, da ser pista CHP ê

PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di merasima xelata nivîskar Necip Fazıl de CHPê rexne kir û got:

“Divê CHP derê pêşberê milletê û lêborîna xwe bixwaze. Heya bi rabirdûya xwe rû bir û nebe, em dev ji wan bernadin.”

Erdoğan got ku ev welat û millet bi dîroka xwe, bi rastiya dîrokê û şaşiyên dîrokê ve, bi kêmasî û zêdeyên xwe ve, bi kêf û xemgîniya xwe ve yê wan e. Rû bi rûbûna dîrokê mirvan bilind dike û kêm nake. Di dîroka CHPê de noqteyên tarî hene û divê bikevin ber lêkolînê. Divê CHP van tiştan bêje lê dema behsa wan tekirin, CHP xwe bêdeng dike. Erdoğan weha dewam kir:

“Ya rast divê CHP bi awayeka samîmî xwe rexne bike. Ji îdama İskilipli Atıf Hoca heya bûyerên Dêrsimê, ji azana bi Tirkî heya derba 27 ê gulanê, di gelek bûyerên xemgîniyê de, divê bi dîroka xwe re rû bi rû bibe. Ew zatê ku Dêrsimiye (Kemal Kılçdaroğlu) behsa vana nekiriye. Di her derfeta xwe dibêje ku ew Dêrsimiye. Bo bûyerên Dêrsimê ew xesasiyetên ku 10 sal berê me nîşan dida, ew dehyeka wê nîşan nade. Em hê jî nizanin di mijara Dêrsimê de CHP weka partî çi difikire.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin