PeyamaKurd – Partiya Komariya Gel a Tirkiyê (CHP) ku partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyê ye, li Erebistana Siûdî û Qeterê nûnertiyên xwe vedike.
Li gorî medya Tirk CHPê sala 2012an bi Almanyayê dest bi nûnertiyên derve kiriye û heta niha li 14 welatan nûnertî vekirine.
Hat diyarkirin ku CHPê biryara vekirina 5 nûnertiyên din ên derve daye ku Erebistana Siûdî û Qeter jî di nav de ne û amadekariyên vekirina wan nûnertiyan berdewam dikin.
Hêjayî gotinê ye, CHPê heta niha ji ber pêwendiyên deshilatiya AKPê bi welatên erebî re rexneyên tund li hikûmetê digirtin û dixwest bêhtir berê xwe bidin welatên rojavayî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin