PeyamaKurd - Hat diyarkirin ku Amerîkayê bi mebesta têkoşîna dijî DAIŞê alîkariya karwaneke çek û alavên leşkerî ya ji 300 TIRan pêk dihat, bi ser Başûrê Kurdistanê re ji HSD/YPGê re şand.
Li gor zanyariyan alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê 2 roj berê hatine şandin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li bajarên Hecîn û Bagozê yên Dêrazorê ku dikeve sînorê Sûriye û Iraqê ev demeke operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê dane destpêkirin ku hîn ew operasyon bidawî nebûye.
Hat zanîn ku Amerîkayê ji bo pêşveçûna şerê dijî DAIŞê li wê herêmê alîkariyên nû yên leşkerî bo HSDê şandine.
Li gor zanyariyan piraniya çekan bo herêma Dêrazorê hatine şandin ku tê ragihandin, bi 2 hezar û 500 çeteyên DAIŞê li wê herêmê mane û hîn berxwe bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin