Rûsya: Li Palmirayê 200 çekdar hatin kustin

Rûsya: Li Palmirayê 200 çekdar hatin kustin

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku li devera Palmîrayê (Tedmur), li rojihilatê bakûrê wê, êrîşê ser kampeka perwerda leşkerî kirine û 200 çekdaran kuştine. Navenda lihevanîna terefên şer dikin yên Sûriyê ku bi ser wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ve ye, cîgirê berpirsê Hmeymimê tumgeneralê deryayî Alexander Karpov mijarê ragihand. Karpov di beyana xwe ya bo çapemeniyê de weha got:

“Li gor agahiyên di destê me de; mîlîtanên çekdar, li rojhilatê bakûr baregehekî bi dizî avakirin. Grûbên ava kiribûn bo şer û operasyonan bikin, dê wan bişandina deverên cuda. Li baregehê teqemeniyên destî dihatin hilberandin.

Piştî doneyên koordînatan ji çavkaniyên cuda ketin destê me û me wan piştrast kir, balafirên hêzên hewayî yên Rûsyayê kirin ku ciyê çekdar xwe lê vedişêrin îmha bibin, 200 çekdaran kuştin, 24 dableks ku makine barkirîbûn îmha kirin.

Di bombebaranan de, cepilxane, erebe û alavên ku di çêkirina teqemeniyan de dihatin bikaranîn, hatin îmhakirin. Grûbên neqanûnî berya hilbijartina serokkomariya Sûriyê bo îstîqrara Sûriyê xerab bikin, plan kiribûn ku operasyonan bo ser dezgeyên dewletê yên li bajaran bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin