Îran: Em dikarin pistî vekolîna pêsniyarê atomî li Viyanayê ji bo îmzakirina peymanê bicivin

Îran: Em dikarin pistî vekolîna pêsniyarê atomî li Viyanayê ji bo îmzakirina peymanê bicivin

PeyamaKurd – Îran pêşniyaza ji nû ve aktîvkirina peymana atomî dinirxîne ku eger were îmzekirin wê guhertinên mezin ên herêmî û cîhanî pêk bîne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê eşkere kir, dibe ku wezîrên derve yên welatên beşdar di rêkeftinê de piştî vekolîna pêşniyarê ji aliyê Têhranê ve, dikarin li Viyanayê ji bo îmzakirina peymanê bicivin.

Li Îranê 9 bingehên atomî yên eşkere hene ku ji wan ên herî navdar Fordû û Buşehr in.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê destnîşan kir: “Niha li ser wan şert û mercan lêkolînê dikin û eger razî bibin, wê wezîrên karên derve yên welatên rêkeftnameyê di demek nêzîk de li Viyanayê bicivin û gotûbêjan temam bikin û rêketinnameyê îmza bikin.”

Herwiha ew venaşêre hîn jî hin xalên nakokî hene ku bên çareserkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hossein Amir Abdullahian destnîşan kir: “Em di derbarê mijarên hilawîstî de pir cidî ne. Dema ku hemû alî vedigerin rêkeftina atomî, hin tohmetên siyasî û bêbingeh ji aliyê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomî ve nayên qebûlkirin. Ne ya qebûlkirinê ye ku ew tohmet bên dubarekirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin