Ji hêzên Iraqê mudaxeleya tund: Gelek kustî û birîndar hene

Ji hêzên Iraqê mudaxeleya tund: Gelek kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Hêzên ewlekariyê yên Iraqê ev du roj in destwerdaneke tund li hemberî xwepêşanderên Iraqê pêk tînin ku pêşî konên xwepêşanderan li meydana Tehrîr a Bexdayê hatin şewitandin û piştre jî êrîşên tund bi ser wan de hatin destpêkirin.

Tê ragihandin ku di encama destwerdanên 24 saetên dawî bi ser xwepêşanderan de, li paytext Bexdayê 3 kes, li Zîkarê jî 2 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Herwiha pêr jî di encama mudaxeleya hêzên ewlekariyê de li Bexdayê 6 kesan can dabû û 54 kes jî birîndar bûbûn.

Li Nasiriyê jî ji ber gulereşandina hêzên ewlekariyê 2 karmendên tenduristiyê birînda bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin