PeyamaKur - Akademîsyen û ronakbîrê Iraqî Ebdulhusên Şaban da zanîn ku, zû yan dereng dewleta Kurdî dikare were avakirin û ji bo paşeroja Iraqê behsa 3 senaryoyan kir.
Ebdulhusên Şaban di bultena televizyona Rûdawê de gotiye, ew bi dehan sal e daxwaza mafê çarenivîsa gelê Kurd dike, fikrên wî jî qet nehatine guhertin û wiha axivî: “Tevî ku li gel vê nêrînê nakokî hene, serkirdeyên Kurd jî wek serkirdeyên Ereb û Çep xeletiyan dikin lê mafên gelê Kurd bi cîh bûne û nayên binpêkirin û bertengkirin.”
Ebdulhusên Şaban da zanîn; “Ez dibêjim, zû yan dereng avakirina pêkhateyeke Kurdî yan jî dewleteke ku Kurd xwe bi xwe birêve bibin, dikare were cîbicîkirin, ji ber ku ev mafên miletekî ku gelek êş kişandine nîşan dide û dixwaze mafên xwe bi dest bixe. Divê demeke dîrokî hebe, hevsengiya hêzê hebe û bal li ser gefên derve bi taybetî welatên cîran ên weke Îran û Tirkiyê bin, ji bo ronîkirina li ser mafên Kurdan û bandora hemû welatên herêmê bibe.”
Di dewamê de, Ebdulhusên Şaban rexne li YNK û PDKê girtine û gotiye: “Yek ji xeletiyên herî mezin ên dîroka Kurdistanê ew e ku Pêşmerge di navbera her du partiyan de hatine dabeşkirin, heta piştî damezrandina rêveberiya Kurdistanê di dawiya sala 1991an de jî. Her wiha piştî biryara 688 ya Encûmena Ewlekariya Navdewletî derbarê misogerkirina rêzgirtina ji mafên mirovan û biryara Amerîka, Brîtanya û Fransa ya avakirina navçeyeke aram berdewam bû, her çend çendîn car daxwaza yekgirtin û yekkirina Hêza Pêşmerge hatibû kiri lê dîsa jî di navbera her du aliyan de hatine dabeşkirin.”
Ebdulhusên Şaban daye xuyakirin: “Berê hincetên weke parçebûna opozîsyonê û nakokiyên Kurd-Kurd ên salên 1994-1998 hebûn lê rewş bi vî rengî û bê hincet maye, ev yek nîşana nebûna baweriyê di navbera her du partiyan de û nebûna baweriyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê derdixe holê, parçekirina Kurdistanê xelet e û şerkirin tawan e.”
Şaban li ser rola Hêza Pêşmerge jî dibêje, Pêşmerge di parastina mafên gelê Kurd de û şerê li dijî rêjîma Beas xwedî roleke taybet bû. Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê û rêxistinên terorîst de rol lîstiye û îro jî beşeke sereke ya hêzên çekdar e.
Dawiyê jî li se pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê Ebdulhusên Şaban teqez kir ku, “ti çareseriyek di navbera Bexda û Hewlêrê de ji bilî diyalog û aştiyê nîne, Bexdayê niha û demên berê de jî çareseriya serbazî ceribandiye lê têk çûye, li hember wê gelê Kurd daxwaza maf û parastinê kiriye. Tevgera Kurdî jî ji bo bidestxistina armancên xwe rêya serbazî bikar aniye lê di dawiyê de ev yek bi rêya diyalogê pêk hatiye weke beyannameya 11ê Adara 1970an, rûxandina rejîma berê û avakirina sîstemeke federal.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin