PeyamaKurd – Piştî ku navê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu wek namzedê hilbijartinên serokomariyê diyar bû, kompaniyên rapirsînan jî dest bi rapirsînên pêşbirka navbera Kilicdaroglu û Erdogan ya hilbijartinên 14ê Gulanê kirin.
Kompaniya Lêkolînan ORC, di navbera rojên 4-6ê Adarê de, rapirsîna hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê ji bo herdu namzedên serokomariyê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan pêk anî.
2023 Cumhurbaşkanlığı Seçimi
— ORC ARAŞTIRMA (@orc_arastirma) March 7, 2023
Aday Tercihleri
"Erdoğan/Kılıçdaroğlu yarışında oyunuzu hangi adaya verirsiniz ?"
•Kılıçdaroğlu %56,8
•Erdoğan %43,2
Tarih: 4-6 Mart 2023 pic.twitter.com/sRDLpACOpp
ORCê encamên rapirsîna ku li 28 bajaran hatiye encamdan û bi 1850 beşdaran re hatiye kirin eşkere kir. Di rapirsînê de pirsa ‘Hûnê di hilbijartinên serokomariyê de dengê xwe bidin Kilicdaroglu yan jî Erdogan?” hatiye pirsîn.
Li gorî encamên rapirsîna hilbijartinên serokomariyê Kiliçdaroglu %56,8ê dengan werdigire û Erdogan jî %43,2yê dengan distîne û bi ser nakeve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin