PeyamaKurd- Ji aliyê Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê ve hat ragihandin ku dê Serokwezîrê Îsraîlê û Serokomarê Tirkiyeyê, li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), hevdîtinekê bikin.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku dê Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di Lûtkeya Civata Giştî ya 77an a NYê ku dê di hefteya sêyemîn a îlonê de li New Yorkê çêbibe de hevdîtinekê bikin.
Li ser mijara hevdîtinê, Reutersê nûçeyek belav kir û da zanîn ku hevdîtin dê ji bo sererastkirina têkiliyên nebaş, gavekî girîng be.
Ji ber ku mijara Filîstinê her dem di rojevê de ye, di navbera Tirkiye û Îsraîlê de ji ber vê yekê dem bi dem acizî çêdibin û herî dawî di sala 2018an de herdu welatan jî balyozên hev û din dersînor kiribûn.
Di meha borî de jî ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve hatibû ragihandin ku balyozên herdu welatan dê car din dest bi kar bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin