Îstîxbarata Amerîkayê: Wê serê Rûsya û Ûkraynayê zêde dewam bike

Îstîxbarata Amerîkayê: Wê serê Rûsya û Ûkraynayê zêde dewam bike

PeyamaKurd – Şerê Rûsya û Ûkraynayê li ser rewşa darayî ya dinyayê bandorekî neyînî dike û gelek dewlet bende ne ku krîza enerjiyê û zincîra amadekirinê bi dawî were lê meraqa wan ew e bê wê şer kengê biqede. Li gor ragihandina BBC yê; îstîxbarata Amerîkayê ragihandiye ku Putin plan dike da wextê şer zêde bike.

Li gor rapora îstîxbaratê; Putin dît ku nikare Kîevê bixe destê xwe, hêza xwe da ser şerê devera Donbasê. Li gor Amerîkayê hêzên Rûsyayê li Donbasê jî pêşdeçûneka berbiçav bidest nexistine.

Rêvebira îstîxbarata netewî yê Amerîkayê Avril Haines roja sêşemê di civîna senatoya Amerîkayê de axifiye û gotiye ku Rûsya hêzên xwe biriye Donbasê, ev yek ji bo demekiye û hedefên Putin yên stratejîk neguhuriye û ji bo demeke dirêj plana şer kiriye. Haines weha gotiye:

“Putin hêjî dixwaze bigihê hedefên di derveyê Donbasê de. Lê di navbera hedef û kapasîta şiyana leşkerên wî de dijîtîyekî heye. Îhtîmal heye ku Putin bi giranbûna enflasyon, kêmasiya xidayan û bihayê enerjiyê bende ye ku desteka ji bo Ûkraynayê qels ya ji aliyê YA û Amerîkayê de bibe.

Şer dewam dike û dibe Putin planên dijwartir bikarbîne. Lê eger tehdîdekî bibe sedema mayîn û nemana Moskovayê, Rûsya dikare sîlihên nukleerî bikarbîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin