Rusya: Ûkrayna di Derya Res de êrîsê kestiyên me kir

Rusya: Ûkrayna di Derya Res de êrîsê kestiyên me kir

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê ya Rûsyayê İgor Konaşenkov li ser şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê daxwuyanî da. Berdevk got ku di pêvajoya amadekariya êrîşê de pisporên leşkerî yên Îngîlîz cîh girtine û tevlî teqîna boruyên (xeta) Kuzey Akım ê bûne.

Wezaret ragihand ku Ûkrayna êrîşê keştiyên wan yên li Sîwastopolê kirine. Konaşenkov wehagot:

“Rêvebiriya Kîevê siet di 04.20an de li baregeha Sîwastopolê, li keştiyên şer yên Rûsyayê xistine û hem êrîşê ser keştiyên sîvîl kirine. Di êrîşê de balafirên bê ajotvan bikaranîne û me temamê wan îmha kiriye. Keştiyên me yên ku ketine ber êrîşa Ûkraynayê, ji bo ewlehiya koridora hûbûbatan, di pêvajoyê de cîh digirtin.”

Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova jî weha got:

“Îngîltere tevlî êrîşên Derya Reş û Derya Baltikê yên ku Ûkrayna kir bûye. Terefê Rûsyayê, bala konseya ewlehiyê ya NY û raya giştî ya dinyayê dikşîne ser tevgerên terorî yên Ûkraynayê.”

Wezareta bergiriyê ya Îngîltere di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku gotinên Rûsyayê rast nînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin