Hêzên Pêsmerge perwerdeya êrîsên kîmyewî distînin

Hêzên Pêsmerge perwerdeya êrîsên kîmyewî distînin

PeyamaKurd – Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanî ji bo rûbirûbûna rûdana êrîşên kîmyewî têne perwerdekirin.

Lîwayên piyade  yên Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, li ser êrîşa kîmyayî, dewreyeke perwerdê ya du mehî dibînin.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir: “Fêrgeha Siriye ya kîmyayî ya rêveberiyê, dewreyeke du mehî ji bo temamê lîwayên bejayî yên wezareta Pêşmerge û binkeyên perwerdê yên ser bi wezareta Pêşmerge vekiriye.”

Wezaretê diyar kir: “Dewreya perwerdê roja 01.02.2022yan destpê kiriye û heta roja 30.03.2022yê dê berdewam bibe û bi dawî bibe. Mamostayên dewreyê perwerdê bddin xwedî asteke bilind a zanistî ne di vî warî de ne.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew Pêşmergeyên ku beşdarî dewrê dibin û bi serkeftî temam dikin, dê bawernameya beşdariyê û derçûnê ji wan re bê dayîn û di nav yekîneyên leşkerî yên xwe de dikarin erkê parastina Pêşmerge û hemwelatiyan di her êrîşeke kîmyayî de bigrine ser xwe. Herwiha dikarin waneyên zanistî ji Pêşmerge re jî vebêjin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin