PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê êrîşa Îranê ya li ser navendên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê, şermezar kir û got: “Pirsa gelê Kurd bi kuştin û topbaranan çareser nabe û paştirîn çareserî rêya aştiyê ye.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji ber êrîşa moşekî û bombebarana Komara Îslamî ya Îranê ya li ser baregeha Hizba Demokrat a Kurdistanê li bajarê Koyê ez gelekî dilgiran û xemgîn im, bi taybet ku ziyaneke canî û maddî mezin çêbûye.
Di demek de ku ez vê êrîşê şermezar dikim, sersaxiyê pêşkêşî kesukarên şehîdên vê êrîşê dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.
Daxwaz ji hemû aliyekî jî dikim ku Herêma Kurdistanê nekin qada nakokiyan, ji ber ku li Herêma Kurdistanê gelek kêşe û tehdîd û gefên mezin hene.
Ez dibînim ku pêwîst ku em ji hemû aliyan re bêjin ku pirsa gelê Kurd bi tundutîjî û kuştin û bombebaranan nayê çareserkirin û rê û awayên aştiyane baştirîn çareser e ji bo hemû kêşeyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin