Îngîltere: Exlaqen mafê Rûsya tine tevlî civîna G-20 ê bibe

Îngîltere: Exlaqen mafê Rûsya tine tevlî civîna G-20 ê bibe

PeyamaKurd – Berdevkekî wezareta karên derve yê Îngîltere ragihand ku ji ber Rûsya Ûkraynayê îşxal kiriye, mafê Rûsyayê tine ku exlaqen tevlî civîna G20 an bibe. Berdevk got ku di civînên G20 an de Endonezya dixwaze mijara îşxala Rûyayê ya Ûkraynayê bixin hezra xwe û Îngîltere wê fikrê teqdîr dike û weha got:

“Nîşanên ku em dibînin wê Ûkrayna ji aliyê serok Zelenski de di civîna lîderên G20 an bê temsîlkirin û ev me kêfxweş dike.”

Zîrwa G20 an wê di meha 11 an de çêbibe û mazûrvaniya civînê dê Endonezya bike. Li gor ragihandina Endonezyayê; serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokê Çînê Xi Jinping jî tevlî zîrwê dibin.

Namzedê serokwezîrtiya Îngîltere Rishi Sunak di mijarê de ragihand ku ew dixwaze heya Pûtin şerê Ûkraynayê ranewestîne, nekeve civîna G20 an. Wezîrê darayî yê berê yê Îngîltere Sunak ragihand ku neraste bi yekî weka Putin re li ser masê rûnên.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin