Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamakê, do Çarşemê 28ê Tîrmeha 2021ê sersaxî li Patriyarkê Dêra Rojhilat ê li Iraqê û cîhanê Mar Gorgîs Slîwa kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Birêz cenabê Patriyark Mar Gorgîs Slîwa, Patriyarkê Dêra Rojhilatê Aşûrî:

Bi xemgînî ve min xebera koça dawî ya Xatû Penna Danyal Slîwa xwişka cenabê te bihîst. Sersaxî li cenabê te û malbata we dikim. Xwedayê mezin giyanê wê bixe ber rehma xwe û aramiyê bide we hemûyan.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin