Li Tengava Hurmizê di navbera Brîtanya û Îranê de ragêsî!

Li Tengava Hurmizê di navbera Brîtanya û Îranê de ragêsî!

PeyamaKurd – Rayedarên Amerîkî ragihandin, hêzeke tê texmînkirin ku ya rayedarên Artêşa Şoreşa Îslamî ya Îranê ye, Li Tengava Hurmizê nêzî tankêreke petrolê ya Brîtanyayê bû û xwest wê rawestînin lê li ser hişyariyên keştiya şerî ya Brîtanyayê bi paş ve vekişiya.

Rayedarên amerîkî ji Reutersê re axivîn, Îranê xwest bi pênc lotkeyan tankêra brîtanî ku petrola xam vediguhest herêmê, li devera nêzîkî peravên avê yên Îranê rawestîne.

CNNê jî nûçeyek belav kir ku xwe dispêrê çavkaniyên amerîkî jî wiha nivîsand,lotkeyên biçûk ên şerî ku ji aliyê Îranê ve hatin herêmê hewil dan tankêrê bikêşin peravên Îranê lê keştiya şerî ya HMS Montrosê ya girêdayî Hêzên deryayî ya Brîtanyayê  berê çekên xwe da van lotkeyan û bi awayekî devkî ew hişyar kirin, li ser vê yek ew lotke bi paş ve vekişiyan

Jihêla din ve Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê derbarê mijarê de tu daxuyanî nedan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin