PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto û Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström ji Kurdên li welatê xwe dijîn piştrast kirin ku ew ê bên parastin.
Wezîrên Derve yên Fînlandiya û Swêdê li ser daxwaza Tirkiyê ya her du welatan a radestkirina hin Kurdên welatên wan axivîn.
Wezîran tekez kirin, wê hemû Kurdên li van her du welatan dijîn bên parastin û yek Kurd jî ji bo Tirkiyê neyê vegerandin.
Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström got, “Ger hûn li peymana ku di civîna Madrîdê de hatiye îmzekirin binêrin, erk û berpirsyariyên ku divê Swêd bi cih bîne, gelek zelal in. Di peymanê de behsa dersînorkirina kesekî û yan jî kesekî nayê kirin. Em ê şerê terorê bikin, lê di çarçoveya sîstem û dadgehên Swêdê de. “Hikûmeta Swêdê ji dema îmzekirina peymanê ve ev yek bi awayekî zelal eşkere kir.
Fînlandiya: Kurd wê bên parastin
Wezîrê Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto got, “Ti pirsgirêka Tirkiyê bi Kurdên Fînlandiyayê re nîne. Tevahiya dîasporaya Kurd a li welêt wê bê parastin.”
Herwiha got, “Nêzîkî 10 hezar welatiyên Kurd li Fînlandiyayê dijîn. Têkiliya me bi wan re heye, her tişt baş e û ew ê werin parastin."
Berî niha hatibû ragihandin ku Tirkiyê daxwaza radestkirina hin Kurdên Fînlandiya û Swêdê kiriye, lê rayedarên wî welatî ev daxwaz red kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin