PeyamaKurd – Li Îranê bi hincet û tohmetên erka dadweriyê li ser welatiyan, pêleke nû ya îdaman dest pê kiriye ku di çend rojên dawî de xwepêşanderên girtî jî di nav de gelek kes hatin bidarvekirin.
Li gorî ragihandina rêxistinên mafên mirovan û dezgehên medyayî, tenê di nav 24 saetên dawî de, herî kêm 8 girtiyên din hatine îdamkirin.
Navên kesên ku hatine îdamkirin wiha ne: Qadirbakhsh Dahaî, Abdul Rasool, Alî Pîrî, Mehdî Salarî, Mohamad Chaîna (Golbache), Majîd Caferî, Alî Tabîb û Saeed Mohammadîfar.
Li aliyê din li dijî îdaman xwepêşandan û çalakiyên protestoyî têne lidarxistin û rêxistinên navdewletî jî banga rawestandina îdaman li Îranê dikin, lê rejîma Îranê guh nade ti aliyekî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin