PeyamaKurd - Li Efrîna dagirkirî ya Rojavayê Kurdistanê, komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirkiyê, jinek jî di nav de 8 welatiyên Kurd revandin.
Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di daxuyaniyekê de belav kir, komên çekdar 8 kesên Kurd bi tohmetên cuda, ji Efrînê û gundên wê û bi taybet ji bajarokê Cindirêsê revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.
Ji dema dagirkirina Efrînê ya ji 18ê Adara 2018an de, ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, bi hezaran welatiyên Kurd ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û çarenivîsa hejmareke mezin jî heta niha ne diyar e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin